Rîsale-î Nur tê nagîhîjin, an naxwazin têbigîhîjin. Ji wanşitrê ve ku ez, mamosteyekî medreseyekî ku ketîye çehltika skolastîk im. Ez tim bi zanistên erênî/pozitif, zanistên nujen u bi felsefeya wan mijul bum. Di vî babetî de, pirsgirêka herî kur min çareser kir. Teverê di vî babetî de, min hinek berheman nivîsand. Lê ez wusa leystikên mentiqê nizanim, hîlebazîyên felsefê re jî, guh nadim. Ez jîyana hundurî ya civatê, hebuna wî ya arîşe/me’newî, wîcdan u bawerîya wî tînim ziman; bi tenê li ser Tewhîd u Îmanê ku Qur’an wan saz kirîye, dişuxulim, girşa/si- tuna civaka îslamê ev e. Dema ku ev biheje, civat namîne.Seyda Bedîüzzeman rewş u kêmasîyên ci-vakî yên Kürd, Türk u Ereban baş fehm ki-rîye. Jibo perwerde ki- rin u gihîştina wan, jibo ji holê rakirina nexweşînên civakî jî, saz kirina avahîyên nujên yên perwerde-yîyê ku tê de zanistên dînî u fennî têne fêr kirin, pêwist dîtîye. Bi tenê bi zanebuyînê, bi tevgera müsbet/pozitîf feqîrtî, îxtîlaf u îstibdad/dîqtatorî ji holê dikaribu rabuya. Jibona vê yekê projeyan çê kirîye u jibo pêk anîna van projeyan serî li rayedarên birêvebirîyê xistîye. Heyya wefata xwe, hem civatê hem jî birêvebiran li ser van rastîyan hişyar kirîye.